PSK: Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e

10 Avrêl 2026 - 11:55
10 Avrêl 2026 - 11:55
 0
PSK: Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e

Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di civîna xwe ya 9ê Nîsana 2026an de, mijarên di rojeva xwe de nîqaş kir û piştî nirxandina pêşketinên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê, guncaw dît ku daxuyaniya jêrîn bi çapemenî û raya giştî re parve bike.

Alozî û pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn bi êrîşa Emerika û Îsraîlê ya li ser Îranê di 28ê Sibatê de veguherî şerekî herêmî. Encamên aborî, darayî û siyasî yên şerê ku ji hêla Emerika û Îsraîlê ve li dijî Îranê hat kirin, berbi krîzeke cîhanî ve diguhure.

Sedema sereke ya şerê li herêmê binpêkirina hemû mafên demokratîk ên neteweyî yên gelê Kurd e, ku nifûsa wê ji 60 mîlyonî zêdetir e û dabeşkirin û perçekirina Kurdistanê ye. Ji bo tepeserkirina daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiyê, welatên herêmê xwe bi awayekî zêde çekdar kirine, herêm ji her demê bêtir militarîze bûye û rejîmên şovenîst û otorîter xurt bûne.

Şerê li herêmê di meha borî de careke din eşkere kir ku kapasîteya çekdarî ya Îranê gihîştiye wê astê ku gefê li tevahiya herêmê dixwe. Rejîma mezhebî û şovenîst a Îranê, bi rêya sed hezaran milîsên çekdar ên di bin kontrola xwe de, hewl da ku hemû welatên herêmê bigire bin kontrola xwe. Rejîma mela ya kevneperest ne tenê bi hovane daxwazên azadiyê yên gelê xwe tepeser kiriye, lê di heman demê de teror û bêîstîqrarî jî îhracê welatên herêmê kiriye.

Şerê ku bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir, kaos û nezelaliya li herêmê hîn kûrtir kiriye. Berdewamiya agirbesta ku di çend rojên dawî de hatiye ragihandin jî, ne zelal e.

Ji bo avakirina aştî û aramiyê li herêmê, guhertina rejîma zalim a li Îranê şerd e. Di vê çarçoveyê de, em piştgiriyê didin tifaqa ku ji hêla 6 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye damezrandin. Em hêvî dikin ku rejîma kevneperest a li Îranê bi têkoşîna hevpar a gelê Îranê, di nav de Kurd, Belûç, Azerî, Ereb û Faris, were guhertin û em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo van hewldanan pêşkêş dikin.

Bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve di meha borî ya şer de, ku hebûna wê di bin gefê de ye, tirsa wê ya rastîn ya dijê  Kurdan eşkere dike. Em careke din êrîşên terorîstî yên neheq ên ku ji aliyê dewleta Îranê û milîsên girêdayî wê ve di vê şerê mehekê de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin, bi tundî şermezar dikin. Em bi rêzdarî xwişk û birayên xwe yên ku di van êrîşên hovane de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.

"Pêvajoya" ku ji salekê zêdetir e li Tirkiyeyê di rojevê de ye û naveroka wê ne diyar e, hîn jî di nav nezelaliyê de ye. Hikûmeta Tirkiyeyê û hevkarê wê, ji destpêkê ve, tiştê ku diqewime wekî "Tirkiyeya Bê Teror" bi nav kirine û bi vê awayî pirsgirêka Kurd paşguh kirine.

Serokê PKKê Abdullah Öcalan, ku dewlet li Îmraliyê pê re danûstandinan dike, siyaset wisa dişopîne ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd paşguh dike.

Pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, ji çareserkirina pirsgirêka Kurd dûr e, armanc dike ku nasname, hebûn û mafên neteweyî yên gelê Kurd di bin navê entegrasyonê de şêlo bike.

Komîsyona ku di bin Meclîsa Tirkiyeyê de (TBMM) hatiye damezrandin heta niha di warê çekberdanê de ti gavên berbiçav neavêtiye. Ji bo beşdarbûna kesên ku çekên xwe danîne, yên di hundirê welêt de û yên li sirgûnê di pêvajoya siyasî de, çarçoveyek qanûnî nehatiye damezrandin. Bi gotineke din, dewletê hîn nexşerêyek zelal eşekere nekirîye, hetta ji bo ku PKK çekên xwe deyne.

Em dixwazin careke din îlan bikin ku pirsgirêka Kurd meseleya azadiyê ya gelê Kurd e ku ji sedsalekê zêdetir dom kiriye, meseleya diyarkirina pêşeroja wan bi xwe li welatê wan e. Hewldana girêdana meseleya Kurd bi terorîzmê re, wekhevkirina wê bi PKK re, tahrîfkirinek tevahî û hewldanek ji bo veşartina rastiyê ye.

Divê kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin, berî ku pir dereng nebe, dev ji siyaseta înkar û pevçûnê berdin û hemû mafên gelê Kurd ên ji netewebûna wan derdikevin nas bikin. Ji bo nîqaşkirina hemû mijaran, bi taybetî jî meseleya Kurd, divê hawîrdorek azad û demokratîk were afirandin.

Bidestxistina van hemû armancan bi yekîtîya herî berfireh a hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd ve girêdayî ye.

 Di vê çarçoveyê de, em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, "Konferansa Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê" ku di 14ê Adara 2026an de li Dîyarbekirê pêk hat, wekî gaveke pir girîng dibînin û em pabendbûna xwe ya bi encamên vê konferansê re ji nû ve piştrast dikin. 10.04.2026

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

                    (PSK)

Komiteya Rêveberiya Navendî

 

 

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:57:40