PWK: Em Cejna Çarşema Sor ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî pîroz dikin

15 Avrêl 2026 - 10:30
15 Avrêl 2026 - 10:30
 0
PWK: Em Cejna Çarşema Sor ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî pîroz dikin

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin ya kurdên êzdî ye.

Li gorî bawerîya kurdên êzdî ya salanameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyanê  dest pê kirîye. Ji ber vê jî vê rojê weke Cejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan, pîroz dikin.

Ola Êzdî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya kurdên  êzdî xwedîyê taybetmendiyeke  dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên kurdên êzdî ji ber  nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek komkujî, êrîş û karesatan mezin bûne; lê wan tu carî  dest ji zimanê kurdî, nasnameya xwe ya olî, urf, adet, kultur û kurdayetiyê xwe bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor ya kurdên êzdî da, em bangî hemû kurd û kurdistanîyên li  cîhanê  dikîn ku li himberî zilm, zordarî, neheqî û êrîşên li ser civata kurdên êzidî helwestê bigirin û rê nedin ku tu hêz û aliyek xwe li ser wan bisepînin.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzidî bêne kewandin û alandin dê biryarên teybetî bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xweîdarekirina herêmî ya kurdên êzdî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin misogerî û garantîyê.

Em bi hest, bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan, a xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî pîroz dikin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:41:11