Qubad Talebanî: Divê YNK ji xwe re rûbirû bibe

Îro Duşemî 20ê Mijdara 2017ê Qubad Talebanî derbarê rewşa niha ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hewlên bo sazkirina kongreya çarem a wê partiyê de peyamek belav kir.

21 Mijdar 2017 - 03:42
21 Mijdar 2017 - 03:42
 0
Qubad Talebanî: Divê YNK ji xwe re rûbirû bibe

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê sekreterê wefatkirî yê YNKê, Qubad Talebanî ragihand: “YNK niha di rewşeke zehmet de ye û em kongreyekê naxwazin ku ji bo tolhildanê û ji holê rakirina hev be.”

Qubad Talebanî ragihand: “Pêwsît e ev kongre heta dawiya meha Yekê ya îsal (meha Kanûnê) were encamdan. Ji ber ku YNK encax bi vê şeklê dikare dinav alozî û pirsgirêkan de biderkeve.”

Talebanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ji bo ku YNK bikaribe di rûbirûbûna wan hemû gefên derveyî û navxweyî de bi rola xwe rabe û xebatê bike ji bo parastina yekparçeyiya Kurdistanê û derbaskirina (Kurdistanê) ji vê rewşa nexwestî, dema wê yekê hatiye ku YNK bi dilsojî nirxandinê ji xwe re bike, pêdeçûnê bi xwe bike û dest bixe ser birînên xwe û çareseriyan jê re bibîne, îtirafê bi şaşiyên xwe bike û xwe amade bike bo qonaxa nû ya xebata siyasî li Kurdistanê û Iraqê û navçeya me.”

Ev nûçe bi tevahî 1591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:23:56