Rosneft: Em ê petrola Kurdistanê bigihînin cîhanê

Kompanya ya Rosneft a Rûsî ragihand, rêkeftina Rosneft û Herêma Kurdistanê dikeve warê cibicîkirinê û di riya boriyên petrola Herêma Kurdistanê re hinardina bazarên cîhanê dike.

21 Cotmeh 2017 - 04:47
21 Cotmeh 2017 - 04:47
 0
Rosneft: Em ê petrola Kurdistanê bigihînin cîhanê

Kompanyaya Rosneftê di derbarê nefta Kurdistanê de bi daxuyaniyekê aşkere dike ku, dest bi cibicîkirina projeyên wê yê hevbeş ligel Herêma Kurdistanê dike, ku kompanya Rosneftê firotan û hinetina petrola Kurdistanê di riya boriyên herêmê re hinade Ewropa dike.

Amaje bi wê jî kir, pişka Rosneftê ji sedî 60 dibe, di qonaxa yekem de jî petrola Herêma Kurdistanê hinade Almanyayê dike.

Di Sibata borî de, Kompanyaya Rosneftê û hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kirin, li gor wê Rosneft 3 salan petrola Herêma Kurdistanê dikire.

Ev nûçe bi tevahî 1302 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:10:56