Rusya: Em bi Tirkiye û Îran li derheqa Surîye careke din bicivin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, da zanîn berpirsên hikûmetên Tirkiye, Îran û Rusyayê ji bo pêşeroja Sûriyeyê guftigo bikin û hêzên çekdar ên li Suriyeyê li hev bicivînin amadekariya komcivînek nû dikin.

12 Sibat 2017 - 07:44
12 Sibat 2017 - 07:44
 0
Rusya: Em bi Tirkiye û Îran li derheqa Surîye careke din bicivin

Wezîrê Karên Derve yê Rusya Sergey Lavrov, ji televizyona Rus ya binavê NTV re axifî û got: "Em Rusya, Tirkîye û Îran ji bo hevdîtina hikûmetê û hêzên çekdar yên li Sûriyeyê amadekariya komcivîneke nû dikin.

Her weha Lavrovî got:"Ji bo ku em wan beşdarî vê prosesê bikin, em bi grûbên dî yên çekdar re jî hevdîtinan dikin."

Lavrov bi vê beyanata xwe erê kir, agahiyên derbarê planên jinûve destpêkirina komcivîna li Astanayê rastin.

Wezareta Karên Derve yê Kazakîstanê rojên borî ragihandibû ku ji nûve vexwendname ji beşdarênn komcivîna Astanayê re şandiye.

Ev nûçe bi tevahî 1482 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:06