Şandeke Herêma Kurdistanê tevlî Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê dibe

Li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê berê yê Kanadayê, şandeke Herêma Kurdistanê bi nûnerîtiya Serok Barzanî tevlî Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê dibe.

16 Gulan 2025 - 10:09
16 Gulan 2025 - 10:09
 0
Şandeke Herêma Kurdistanê tevlî Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê dibe

Endamê Kemteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî doh (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) got, “Li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê berê yê Kanadayê û Serokê Yekîtiya Demokratên Cîhanê Stephen Harper û bi nûnerîtiya Serok Barzanî, em tevlî Konferansa 2025ê ya Partiyên Demokrat li Brûkselê bûn.”

Wî endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje jî da, “Di hevdîtina xwe ya li gel Stephen Harper de, me silavên taybet ên Serok Barzani gihandin wî û daxwaza serkeftinê di konferansê de jê re kir.”

Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê îsal bi tevlîbûna hejmareke mezin a partiyên demokratîk ên cîhanê bi rê ve çû û gelek panel, axaftin û çavpêkeftin hatin lidarxistin.

Ev nûçe bi tevahî 265 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:25