Seidî Pîre: Yusif Mihemed tenê yek rûniştinê serokatiya parlamentoyê dê bike

Endamê polîtburoya YNKê ragehand, ku serokê naha yê parlamentoya Kurdistanê tenê bo yek rûniştinê dê serokatiya parlamentoyê bike.

14 Hezîran 2017 - 06:13
14 Hezîran 2017 - 06:13
 0
Seidî Pîre: Yusif Mihemed tenê yek rûniştinê serokatiya parlamentoyê dê bike

Îro 14.06.2017ê endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de ragehand, parlamentoya Kurdistanê ji ber pirsgirêkên navxwe û bi taybet pirsgirêkên di navbera Tevgera Gorran û PDKê hatibû daxistin.

Seidî Ehmed Pîre herwaha ragehand, ku di civîna rêveberiya partiya wan de çend biryar hatine dayîn ew jî waha ne:

1-YNK dê tekoşîn bike bo pêkanîna referandomê wek takane deriyê yasayî yê geheştina serxwebûna Kurdistanê.

2-YNK bo çareser kirina pirsgirêkên yasayî hewldana çalak kirina parlamentoyê dê bide.

3-Çareser kirina pirsgirêkan û yekxistina netewa me bi komdengiya niştimanî û serxistina proseya siyasî li herêma Kurdistanê.

Seidî Ehmed Pîre amaje bi civîna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê (Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdar nebûn) kir û ragehand, di wê civînê de biryara pêkanîna referandoma serxwebûnê û çalak kirina parlamentoyê hate dayîn.

Herwaha got, duh 13.06.2017ê di civîna polîtburoya PDKê û YNKê de ev biryarane hatin dayîn.

-Parlamento di rûniştina yekem a piştî çalak kirinê dê ji aliyê Yusif Mihemed ve bê birêve birin.

-Di rûniştina duyem de serok, cîgirê serok û biryarderên wan dê bên gohertin, serokê nû jî dê ji Tevgera Gorran be.

-Hemû ew biryarên li karên rojane yên derbarê civînan de û hûrkariyên ku bên dayîn pêwîste bi yekdengî bên dayîn.

-Wezîrên Gorran ku ji malên xwe re hatibûn rêkirin dê vegerin ser karê xwe yê berî nakokiyan.

Ev nûçe bi tevahî 1662 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:57:58