Şengal: Efserekî Kurd jiyana xwe ji dest da

Xwe kuştina Efserekî Kurd ê artêşa Iraqê li qezaya Şingalê hat eşkere kirin. Polîsê Neynewayê dibêje, ew efserî bi şaşî gule ji dest derketiye û gule li xwe daye û di encam de jiyana xwe ji dest daye.

12 Gulan 2022 - 10:48
12 Gulan 2022 - 10:48
 0
Şengal: Efserekî Kurd jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya ku Rudaw dispêre Alîkarê Fermandarê Polîsê Neynewayê, Lîwa Ewad Sûrçî îro ragihandiye ku, “bûyer şevê din saet 21:50an çê bûye û dema ku bûyer qewimiye, ew efser li nahyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê di erk de bûye.”

Alîkarê Fermandarê Polîsê Neynewayê diyar kir, navê wî efserî Reid Mûsa Salih Şêxo û niştecihê qeza Zaxo ye.

Lîwa Ewad Sûrçî got, pileya wî kesî Mulazimê Yekm bûye û di Fewca 2 a Lîwaya 72 a Firqeya 20 a Artêşa Iraqê de efser bûye.

Ev nûçe bi tevahî 763 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:36:05