Serok Barzanî Brett McGurk û heyeta pêre qebûl kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li baregeha xwe ya serokatiya herêmê, li Massîvê, temsîlkarê serokê Amerîka yê taybet Brett McGurk ku ji têkoşîna li dijî DEAŞ ê berpirse, qebûl kir û bi hevre hevdîtin pêkanîn.

10 Tîrmeh 2017 - 03:53
10 Tîrmeh 2017 - 03:53
 0
Serok Barzanî Brett McGurk û heyeta pêre qebûl kir

Li gor peyama ku ji baregeha Barzanî hatiye kirin, civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Barzanî û McGurk li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DEAŞ ê, referandûma serxwebûna Kurdistanê û li ser operasyona Raqqayê axifîne.

Di beyanê de McGurk li ser axaftin kir û got ku ji ber alîkariya Barzanî di operasyona Raqqayê de daye wan, sipasiya xwe kiriye.

Barzanî jî ji McGurk û heyeta ku pêre ye re, di derbarê referandûma ku wê di 25 ê eylulê de bê kirin de agahî daye. Di encama beyanê de Barzanî ji heyeta Amerîkayê re gotiye ku di her pêngavê de wê bi Bexdayê re di nava pêwendiyan de bin.

McGurk, di çarçoweya seredana Iraqê de pêr bi Haydar el Ebadî re jî hevdîtinek çêkiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1343 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:17:48