Serok Barzanî ji bo Konferansa Ewlekariyê çû Almanyayê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel şandeyeke leşkerî û siyasî îro berê xwe da Almanyayê daku beşdarî Konferansa Ewlekariya Cîhanê ya li Munihê tê lidarxistin bibe.

16 Sibat 2017 - 09:37
16 Sibat 2017 - 09:37
 0
Serok Barzanî ji bo Konferansa Ewlekariyê çû Almanyayê

Îro pêncşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarbûna di Konferansa Ewlekariya Cîhanî de ya li bajarê Munihê yê Almanyayê li gel şandeyeke leşkerî û siyasî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Almanyayê ve çû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragiahand ku tê plankirin, Barzanî li gel çend serok, rayedar û berpirsyarên siyasî yên welatên beşdar bicive.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmud, Mistefa Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx, Ferîqê Yekem Emer Osman Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge vê şandê pêktînin.

Konferansa Ewlekariya Cîhanî ji sala 1963an ve salane li bajarê Munihê yê Almanyayê tê lidarxistin û wek platformeke giring dihesibe ji bo goftûgoyên navbera serok, serokwezîr û berpirsyarên ewlekarî û leşkerî yên welan. Herwiha gelek kesayetên giring jî beşdarî wê konferansê dibin.

Ev nûçe bi tevahî 1716 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:43