Serok Barzanî bi boneya cejna Çarşema Sor pîrozbahiyê li Êzidiyan dike
Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna serê sala ola Êzidî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de hêviya xwe anî ziman ku û helkeft û cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederî dîtibûn.
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna serê sala ola Êzidî ya Çarşema Sor
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzidî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzidî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdar im hemû helkeft û cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederî dîtibûn.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
18ê Nîsana 2023
Nûvekirina herî dawî: 21:59:45