Serok Barzanî: Hunermend Umer Çawşîn xizmeteke berçav ji bo miletê xwe kiriye
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hunermendê Kurd Umer Çawşîn peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hunermendê Kurd Umer Çawşîn peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, Umer Çawşîn di warê hunera şano û dramaya Kurdî de bi awayekî dilsoz xizmeteke berçav kiriye.
Peyama sersaxiyê ya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê navdar û hunermendê Kurd Umer Çawşîn gihîşte min.
Umer Çawşîn ê rehmetî di warê hunera şano û dramaya Kurdî de bi awayekî dilsoz xizmeteke berçav ji bo miletê xwe kiriye. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hunermendên Kurdistanê re dixwazim û hevparê xemgîniya wan im."
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê rehmetî Kak Umer Çawşîn bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê vegerin cem wî)
Mesûd Barzanî
Nûvekirina herî dawî: 12:36:55