Serok Barzanî pêşwazî li şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind a Urdinê Dr. Meimûn El-Dûbeî, serokên 9 zanîngehan û Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Dr. Fuad Mecalî.

6 Gulan 2024 - 12:43
6 Gulan 2024 - 12:43
 0
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind a Urdinê Dr. Meimûn El-Dûbeî, serokên 9 zanîngehan û Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Dr. Fuad Mecalî.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û kûrkirina çanda pêkvejiyanê û pêşketina Herêma Kurdistanê de bilind nirxand. Ji bilî tekezkirina li ser dostanî û peywendiyên dîrokî yên gelê Urdin û gelê Kurdistanê, amadebûna xwe ji bo pêşxistina peywendiyên akademîk, hevkarî û hevahengiya di navbera zanîngehên her du aliyan de nîşan dan.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û spasiya Şah Ebdullah, hikûmet û gelê Urdinê jî kir ku di qonaxên cuda de hevsozî û alîkariya gelê Kurdistanê kirine. Tekezî jî li kûrkirina peywendî û dostaniya di navbera her du aliyan di warên curbicur de kir.

Ev nûçe bi tevahî 704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:23:06