Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir kir

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Nesir civiyan û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj kirin.

1 Adar 2023 - 11:53
1 Adar 2023 - 11:53
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir kir

Îro Çarşemê 1ê Adara 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û piştevanîkkirina çaksaziyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li hevahengiya herdu aliyan di helwestên siyasî de hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 457 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:43:05