Li Rihayê şerê du grupan: 11 kes birîndar bûn û 20 kes hat desteserkirin
Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grupan de şer qewîmî û di encam de 11 kes birîndar bûn û girêdayî bûyerê 20 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 1ê Adara 2023an li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê di navbera du grupan ji ber sedemeke nehatiye zanîn şerê bi çek û daran derket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û cendermeyan çûne cihê bûyerê. 11 kesên di bûyerê de birîndar bûne bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatine veguhestin.
Li gor zanyariyan derberê bûyerê de 20 gumanbar hatine desteserkirin û kar û barê yasayî yê wan kesan berdewam e.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:31