Serok Barzanî peyamek bi boneya bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbahiyê belav kir.

8 Cotmeh 2022 - 04:47
8 Cotmeh 2022 - 04:47
 0
Serok Barzanî peyamek bi boneya bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed belav kir

Serok Barzanî diyar kir: “Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegere.

Herwiha ji Yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibe.

Wesselamun aleykum werehmetullahu weberekatuhu

Mesûd Barzanî

08.10.2022

Ev nûçe bi tevahî 497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:29:40