Serok Barzanî û Ahmet Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê axivîn

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê axivîn.

19 Mijdar 2025 - 10:29
19 Mijdar 2025 - 10:29
 0
Serok Barzanî û Ahmet Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê axivîn

Serok Mesûd Barzanî doh li Dihokê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu qebûl kir.

Ofîsa Mesûd Barzanî ragihand ku rojeve sereke ya civînê gavên pêvajoya çareseriyê bû.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa herêmê û guhertin û rûdanên siyasî yên dawî hatin gotûbêjkirin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu jî di civînê de amade bû.

Her du aliyan derbarê gavên pêvajoya çareseriyê nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî û pêwendiyên berdewam ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:55