Devlet Bahçelî: Heke kes neçe ez dê herim Îmraliyê

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

19 Mijdar 2025 - 10:30
19 Mijdar 2025 - 10:30
 0
Devlet Bahçelî: Heke kes neçe ez dê herim Îmraliyê

Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê de got, "Heke ti kes neçe, ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê û rûniştina li dora maseyê dudiliyê nakim."

"Ez dê biçim Îmraliyê"

Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Komîsyon ketiye qonaxa dawî. Piştî vê yekê, dibe ku heyeta ku dê biçe Îmraliyê jî bê diyarkirin.

Serokê MHPyê ragihand ku eger ti kes newêre biçe Îmraliyê, ew amade ye ku bi sê hevalên xwe re biçe.

Bahçelî diyar kir ku ew amade ye rû bi rû bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û got:

“Ez dê tiştê ku bêjim, bi mêranî û bi bawerî li nav çavên mixatabê xwe binêrim û bêjim.”

Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku biryare îro bicive.

Komîsyon dê îro li Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbarata (MÎT) Îbrahîm Kalin guhdarî bike.

Bahçelî da zanîn ku divê êdî gengeşeyên li ser çûna Îmraliyê bi dawî bibin û şandeyek bê destnîşankirin.

“Ez ji çûna Îmraliyê ne tirsiyam”

Serokê MHPyê diyar kir ku heger armanc ew be ku Tirkiyeyeke Bêteror ava bibe, astengkirina çûna Îmraliyê bê wate ye û pirsî:

“Heger bi mixatabê sereke yê pêvajoyê re têkiliya rasterast neyê danîn, dê encam çawa bê bidestxistin û pêşketin dê çawa çêbibe?”

Bahçelî bi tundî li dijî kesên ku di vê mijarê de dudil in derket û wiha pê de çû:

“Eger Komîsyon nikaribe di vî warî de biryarê bide, eger ti kes nêzîkî vê serdanê nebe û her kes xwe jê vedize, ez vekirî dibêjim; ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û bi derfetên xwe ji çûna Îmraliyê ne tirsiyam û ne jî dudilî me.

Ez ji rûniştina li dora maseyê û hevdîtina rûbirû jî xwe bi paş de venagirim.

Ez di tariyê de çavên xwe nagirim, ez dê tiştê ku bêjim, bi mêranî û bi bawerî li nav çavên mixatabê xwe binêrim û bibêjim.”

“Armanca Tirkiyeya Bêteror firsendeke dîrokî ye”

Bahçelî her wiha amaje bi wê yekê kir ku armanca pêvajoyê yek ji girîngtirîn û dîrokîtirîn firsendên 100 salên dawî ye û got ku bi vê yekê dê “çarenivîsa xerab a welat” biguhere û planên li ser Tirkiyeyê dê pûç bibin.

Serokê MHPyê amaje bi dijberên li dijî pêvajoyê jî kir û got,“Kesên ku dixwazin vê armanca ku bûye polîtîkayeke dewletê têk bidin, têra xwe ne xwedî hiş in ku yekitiya dewlet û miletê fêm bikin.”

Pêşketinên li Sûriyeyê

Bahçelî behsa Sûriyeyê jî kir û hevdîtina Serokê Sûriyeyê bi Serokê Amerîkayê re û lihevkirina li ser mekanîzmayên zelal ji bo pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê wekî gaveke erênî û cihê kêfxweşiyê bi nav kir.

Serokê MHPyê li ser vê mijarê jî pirsî, “Gelo çi zerera armancên Tirkiyeya Bêteror, Herêma Bêteror heye?”

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:29