Serok Barzanî û şandeya Amerîkayê rewşa Îraq û Sûriyeyê gotûbêj kir

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê şandeke Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê pêşwazî kir ku Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê yê Îraqê Joshua Harris serokatiya wê dikir.

14 Çile 2026 - 11:22
14 Çile 2026 - 11:22
 0
Serok Barzanî û şandeya Amerîkayê rewşa Îraq û Sûriyeyê gotûbêj kir

Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.

Joshua Harris sala nû li Serok Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kir. Harris her wiha kurteyek derbarê pêvajoya siyasî ya Îraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê pêwendiyên di navbera aliyên siyasî û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke federal a yekgirtî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê bal kişand ser rewşa herêmê û aloziyên Sûriyeyê û pesnê hewldanên Serok Barzanî yên ji bo serkeftina pêvajoya siyasî ya Îraqê û aramkirina aloziyên li Sûriyeyê da.

Serok Barzanî jî bi xêrhatina şandeya mêvan kir û sala nû li wan pîroz kir.

Serok Barzanî derbarê rewşa Îraqê de piştrastî da şandeya mêvan ku ew dê ji bo hevahengiya di navbera aliyên siyasî, gihîştina encameke dilxweşker û pêkanîna hikûmeteke federal a bihêz tiştê ji destê wî were bike.

Serok Barzanî her wiha diyar kir ku ew dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û astengiyên di navbera aliyên siyasî û her wiha çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di hewldanên xwe de bidomîne. 

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Sûriyeyê û kêşeyên herêmê de jî ducare kir ku ew dê hewldanên cidî bide da ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevkirinê, bi awayekî aştiyane û dûrî tundûtûjiyê werin çareserkirin.

Pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina van pêwendiyan mijareke din a hevdîtinê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:13