Serokê Çeçen: Me alîkariya Rêveberiya Kurdistan stand

Serokomar'ê Çeçenîstan'ê Ramazan Kadîrov da zanîn; Me bi alîkariya Rêveberiya Herêma Kurdistan 6 Rûsî û 6 jî hemwelatiyên Kazakîstan'ê li Tilafer'ê xilaskir.

25 Tebax 2017 - 04:26
25 Tebax 2017 - 04:34
 0
Serokê Çeçen: Me alîkariya Rêveberiya Kurdistan stand

Serokê Çeçenî li ser rûpela xwe Instigramê wênerê civînekî nûnerê welatê xwe li gel berpirsên Herêma Kurdistan'ê belavkirbû û nivîsandibû ku, dawî bi qonaxeke din ya hilmeteke mirovatiyê ya giring li Kurdistan'ê bo rizgarkirina welatiyên Rûsya û welatên din yê Yekîtiya Sovyata berê hat kirin.

Herwiha da zanîn ku, di encama wê hilmetê de 6 welatiyên Rûsyayê û 6 welatiyên Kazaxistanê hatin rizgarkin û gihane navçeyên aram û cihê 6 welatiyên din ên Rûsî hate aşkere kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1268 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:33:02