Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 02.03.2023an pêşwazî Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

2 Adar 2023 - 07:44
2 Adar 2023 - 07:44
 0

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa û berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge amadebûn, pêngavên çaksazî û birêxistinkirina Pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê da ji bo rûbirûbûna terorê, gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî û xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Amerîka û Hevpeymanan li Pêşmerge û artêşa Iraqê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku tevî astengî û pirsgirêkan, Wezareta Pêşmerge li ser proseya çaksazî, rêxistin û yekxistina Pêşmerge berdewam dibe. Herwiha spasiya Amerîka û welatên din ên dost jî kir ku di vê proseyê de alîkarî û piştevaniya wan dikin.

Her du alî hevfikir bûn ku, hêşta DAÎŞ li Sûriyê û Iraqê metirsiyeke ciddî û rasteqîne ye û gefan li aramî û seqamgîriyê dike, ji bona vê yekê jî tekîd li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymana Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Iraqê ji bona rûbirûbûna terorê û nehêlana wî bi yekcarî, kir.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa kampa Holê li Sûriyê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 881 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:16:31