Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Yûnanê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Berfanbarê pêşwazî li Balyozê Yûnanê yê nû li Iraqê Georgios Almanos kir.

Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatin û pîrozbahî li Balyozê nû yê Yûnanê li Iraqê kir û piştevaniya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Her du aliya tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Yûnanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî di warên perwerde, bazirganî, aborî û geştiyariyê de.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Yûnanê sersamiya xwe li hember pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku rola Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraq û navçeyê, roleke girîng û cihê rêzê ye.
Çend mijarên din ên cihê giringiya her du aliyan, tewereke din a vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Yûnanê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:36