Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê bikaranîna sîstema gazê de biryarek derkir

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî karkirina bi sîstema gazê hat rawestandin.

22 Mijdar 2022 - 05:02
22 Mijdar 2022 - 05:02
 0
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê bikaranîna sîstema gazê de biryarek derkir

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî karkirina bi sîstema gazê hat rawestandin heta eşkerekirina encamên lêkolînan ên li ser bûyerên teqînê yên van demên dawî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe, Wezareta Samanên Sirûştî û parêzgaran raspart ku karkirina bi sîstema gazê were rawestandin û bi ti awayî neyê bikaranîn.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hemû aliyên pêwendîdar raspartiye ku ji bo encamdana lêkolînan li ser bûyerên teqînê yên gazê li parêzgehên Silêmanî û Duhokê.

Ev nûçe bi tevahî 433 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:15:57