Şeva borî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê bi firokeyan hatin bombebarankirin

Derengê şeva bor sînorê bajarokê Êswe yê li Pişderê û sînorê gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyan hatin bombebarankirin.

1 Îlon 2023 - 05:07
1 Îlon 2023 - 05:07
 0
Şeva borî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê bi firokeyan hatin bombebarankirin

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, derengê şeva bor sînorê bajarokê Êswe yê li Pişderê û sînorê gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyan hatin bombebarankirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir, li navenda herdu îdareyên Raperîn û Şarbajêr dengên firokeyan hatin bihîstin, ligel firîna firokeyan bi nizmî li asmanê Ranye.

Li gor zanyariyan, firokeyan çend otomobîl kirine armanc, heta niha ziyanên giyanî û maddî nayên zanîn.

Ev di demekê de ye ku 27ê meha borî, ji ber bombebaran dronên Tirkiyê, li qezaya Pênciwên sê çekdarên PKKê hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 726 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:49:44