Sibe yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rê dikeve

Îsal 2 hezar û 120 hecî ji Herêma Kurdistanê diçin Hecê.

15 Hezîran 2022 - 12:06
15 Hezîran 2022 - 12:06
 0
Sibe yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rê dikeve

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşebendî ragihand, sibe yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî bi rê dikevin.

Şêx Niyaz Neqşebendî ji K24ê re ragihand: “Sibe pêncşemê 16ê Hezîrana 2022yan yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê serdana Erebistana Siûdî dikin.”

Neqşebendî eşkere kir, sibe di demjimêr 11:00ê de 329 hecî li Hewlêrê, 140 hecî li Silêmaniyê dicivin û piştre di demjimêr 17:00ê de ber bi Erebistanê bi rê dikevin.

Beriya niha Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Hec û Umreyê ragihandibû, îsal 2 hezar û 120 hecî ji para Herêma Kurdistanê diçin Hecê, salên berê ev hejmar zêdetir bû.

Sala 2019an beriya derketina vîrusa Koronayê, 4 hezar û 880 hecî ji Herêma Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê, çûbûn Erebistana Siûdî.

Ev nûçe bi tevahî 921 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:11:06