Sofî Mehmûd Pêşmergeyê Komara Kurdistanê di 102 saliva xwe de koça dawî kir

Pêşmergeyekî serdema Komara Kurdistanê ku heta dawiya emrê xwe pêşmergetî kir, di 102 saliya xwe de koça dawî kir.

26 Avrêl 2023 - 02:44
26 Avrêl 2023 - 02:44
 0
Sofî Mehmûd Pêşmergeyê Komara Kurdistanê di 102 saliva xwe de koça dawî kir

Mehmûd Aqayî ku wek Sofî Mehmûd tê naskirin, xelkê gundê Yaxacê yê devera Hewşarî ya Rojhilatê Kurdistanê, şeva borî li Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.

Sofî Mehmûd di serdema Komara Kurdistanê de bûye Pêşmerge û piştî hilweşina Komara Kurdistanê jî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de pêşmergetiya xwe berdewam kiriye.

Navenda Hêzên Pêşmerge ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) got, “Sofî Mehmûd jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd terxan kiriye.”

Ev nûçe bi tevahî 853 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:56:47