Sûdanî: Em gihîştin peymaneke dîrokî

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser firotina petrola Herêma Kurdistanê got, “Ji bo wergirtina petrola Herêma Kurdistanê em gihîştin peymaneke dîrokî.”

26 Îlon 2025 - 10:41
26 Îlon 2025 - 10:41
 0
Sûdanî: Em gihîştin peymaneke dîrokî

Serokwezîrê Îraqê ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, "Îro em gihiştin peymaneke dîrokî ku li gorî wê Wezareta Petrolê ya Federal dê petrola xav a ku ji bîrên li Herêma Kurdistanê tê hilberîn wergire û bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê hinarde bike.

Ev yek dê dabeşkirina çavkaniyan bi awayekî dadperwerane misoger bike, çavkaniyên hinardekirinê curbicur bike û hilberînê han bide. Ev 18 sal in em li benda vê destkeftê ne."

22yê Îlonê, Bexda, Hewlêr û kompanyayên petrolê ji bo hinardekirina rojane 230 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê peymaneke sêalî îmze kirin.

Li gorî peymanê, dê rojane 230 hezar bermîl petrol bê hinardekirin.

Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ev pêngav dê dabeşkirineke dadperwerane ya çavkaniyan misoger bike, rêyên hinardekirinê curbicur bike û teşwîqê bide hilberînê.

Ji nû ve hinardekirina petrolê, yek ji mercên şandina meaşên mehane yên karmendên Herêma Kurdistanê ye.

Sûdanî got, "Ev 18 sal bûn em li benda vê destkeftê bûn."

Li gorî peymanê, ji bo lêçûna derxistin û veguhastina petrolê 16 dolar hatine diyarkirin ku dê ji kompanyayên petrolê re biçin. Lê li şûna pereyan, ew dê bi bihayê wê rojê petrolê wergirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:46:48