Tirkiyê teqe li gundê Perex a Zaxoyê kir
Hêzên Tirkiyê teqe li gundê Perex ê ser bi nahyeya Dêrkarê li Zaxoyê kir, nişteciyekî wî gundî dibêje ku ziyanên darayî gihîştine cotkarên gund.

Nişteciyê gundê Perexê Şivan Ebdî vîdeo ji Rûdawê re şanditeu ragihand ku îro piştî nîvro hêzên Tirkiyê bi doçkayan teqe li derdora gundê wan kiriye û agir bi navçeyeke li nêzîkî gund ketiye.
Şivan Ebdî li ser ziyanan got ku ji ber agir, rez û bîstanên çend cotkaran şewitîne û ziyan gihîştiye nêzîkî 10 cotkaran, her wiha tirs jî ji bo xelkê gund çêbûye.
Berî çend mehan gundê Perex ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin û 9 geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bû ku ew yek gelek karvedanên navxweyî û derve li pey xwe anî.
Nûvekirina herî dawî: 10:17:37