Welatiyên Raperînê li dijî êrîşên Îranê banga yekrêziyê dikin

Ji bo şermezarkirina êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê û êrîşên welatên cîran ên li ser xaka Herêma Kurdistanê, bi hezaran kes ji pêkhateyên cuda li bajarê Ranyayê çalakiyek nerazîbûnê lidar xistin.

23 Çile 2024 - 15:50
23 Çile 2024 - 15:50
 0
Welatiyên Raperînê li dijî êrîşên Îranê banga yekrêziyê dikin

Di wê kombûnê de ku jin û mêr ji temenên cuda cuda amade bûn, êrîş û şehîdkirina welatiyên sivîl û armanckirina malên welatiyan bi hincetên curbicur şermezar kirin.

Herwiha xwepêşanderan daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya siyasî û cemawerî bo rûbirûbûna êrîşên dijminên Herêma Kurdistanê kirin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.

Ev nûçe bi tevahî 923 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:02