Wezîrê Pêşmergeyan: Canê welatiyan xeta sor e
Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl li ser şehîdxistina du hevjînên li Hewlêrê peyameke tund belav kir.

Şoriş Îsmaîl ragihand ku armancgirtina xelkê sivîl gefeke rasterast a li ser ewlehiya herêmê ye.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ew "êrişa terorîstî" ya berê sibeha îro bi tundî şermezar kir.
Dronên bombebarkirî li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê maleke sivîl kiribû armanc.
Wezîrê Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de got, "Mixabin ev êrişa hovane bûye sedema şehîdketina Pêşmergeyekî qehreman ê bi navê Mûsa Enwer Resûl û hevjîna wî."
"Gefeke rasterast e”
Şoriş Îsmaîl destnîşan kir ku armancgirtina xelkê sivîl, derbaskirina hemû sînorên yasayî û mirovî ye û anî zimên:
"Ev êriş binpêkirina rûmeta serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Îraqê ye û li ser ewlehiya herêmê gefeke rasterast e."
"Canê welatiyan xeta sor e"
Wezîrê Pêşmergeyan di peyama xwe de diyar kir ku canê welatiyan û serweriya axê "xeta sor" e.
Wî bangî hikûmeta federal a Îraqê û civaka navneteweyî kir da ku li hemberî van tawanan xwedî helwest bin û got:
"Em daxwaz dikin ku helwesteke pratîk hebe û bê deng nemînin."
Parêzgarê Hewlêrê îro ragihand ku dronek li gundekî nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye û jin û mêrekî sivîl şehîd ketine.
Dijîterora Kurdistanê jî daxuyand ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:03:59









































































































































































