Wezîrê Karên Derve yê Swêdê li ser êrişa li Hewlêrê axivî

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom da zanîn ku wan fikarên xwe yên derbarê êrişa Îranê ya li Hewlêrê ji Balyozxaneya Îranê ya li Stockholmê re ragihandine.

22 Çile 2024 - 08:45
22 Çile 2024 - 08:45
 0
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê li ser êrişa li Hewlêrê axivî

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno geşedanên Rojhilata Navîn û êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom pirsî.

Tobias Billstrom got, "Em rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi awayekî cidî werdigrin."

Herwiha Billstrom li ser êrişa Hewlêrê jî wiha anî ziman, “Me ji karbirêkerê balyozxaneya Îranê ya Stockholmê re got ku em ji ber êrişên li Hewlêrê nîgeran in.”

Ev nûçe bi tevahî 1110 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:17:40