Xwendekarên Kerkûkê zanîngehê boykot dikin!

Hat ragihandin ku îro Xwendekarên zanîngeha Kerkûkê boykota xwandinê bikin, ew jî ji ber ku biryar e îro ahengek bi navê serkeftin ji bo hêzên Iaqê di nava zanîngeha kerkûkê de were lidarxistin.

4 Berfanbar 2017 - 03:58
4 Berfanbar 2017 - 03:58
 0
Xwendekarên Kerkûkê zanîngehê boykot dikin!

Ji bo vê armancê jî hêzeke leşkerî ya zêde di nava hermê zanîngehê de hatiye belavkirin û amadehiyan ji bo destpêkirina wê ahengê dikin.

Jêderekî ji Kerkûkê rahihand ku, armanc ji anîna wê hêzê û sazkirina ahengê di nav zanîngeha Kerkûkê de, tenê ji bo dijayetîkirina xwendekarên Kurd e, ji ber wê jî ku piraniya xwendekarên wê zanîngehê Kurd in, îro dewama li zanîngehê boykot dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1359 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:51