YNKê serokê berê yê dezgeha îstixbaratê ji partiyê dûr xist
Rêveberiya YNKê biryar da ku serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê (Zanyarî) Ejî Emîn ji partiyê bê derxistin. Ev biryar ji aliyê Serokê YNKê Bafel Talebanî ve jî hat pejirandin.

Rêveberiya YNKê Selman Emîn Nadir ku bi navê “Ejî Emîn” tê naskirin û serokê berê yê Dezgeha Zanyarî bû, bi hinceta “pabendî disîplîna partiyê nebûye” ji kar dûr xistiye.
Di daxuyaniya Komîteya Disîplînê ya YNK'ê de hat gotin ku Ejî Emîn li gorî bendên 8, 9, 11 û 12 yên yasaya partiyê ji partiyê hatiye dûrxistin.
Serokê YNKê Bafel Talebanî jî bi nivîsa hejmar 128 di 11ê Tebaxa 2022an de biryara derxistina Ejî Emîn ji nav refên YNKê pesend kiriye û di nivîsa xwe de amaje bi wê yekê kiriye, “ji roja pejirandnê ve ev biryar tê cîbicîkirin.”
Roja 13ê Hezîrana 2022an Dezgeha Zanyarî ya ser bi Ajansa Parastin û Zanyarî/Zanyarî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Em xelkê Kurdistanê agahdar dikin ku birêz Selman Emîn Nadir nakirî bi Ejî Emîn bi biryara herêmî ya hejmar 69 ji roja 27ê Adara 2022an ve ji posta xwe hatiye bexşîn (avêtin) û ti peywendiya wî ligel Ajansa Parastin û Zanyarî/Zanyarî nemaye.
Di 8ê Tîrmeha (Temûz) 2021an de bi biryara Bafel Talebanî berpirsên her du saziyên giring ê sînorê Silêmaniyê, Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê ku nêzîkî hevserokê berê yê YNKê bûn, hatin guhertin û ew yek bû sedema krîzek mezin di nava partiyê de.
Bi biryara Bafel Talebanî, Ejî Emîn wek Berpirsê Dezgeha Zanyarî li cihê Mihemed Tehsîn Talebanî hatibû diyarkirin, herwiha Wehab Helebceyî li cihê Polat Şêx Cengî ku birayê Lahûr Cengî ye, wek berpirsê Dije Terorê hatibû destnîşankirin.
Di 2 Mijdara 2021an de rêveberiya YNKê biryar da ku Lahûr Şêx Cengî, Ala Talebanî, Jîno Mihemed û Şaduman Mela Hesen ji partiyê bên dûrxistin.
Di pêşhateke din de, bi biryara Serokê YNKê Bafel Talebanî, Ejî Emîn ji posta xwe hat dûrxistin û Celal Şêx Nacî li cihê wî hat danîn. Lê belê Ejî Emîn wê biryarê red dike û hêj jî xwe weke Serokê Dezgeha Zanyarî dide naskirin.
Nûvekirina herî dawî: 03:06:20