4 kurd bûn endamên encumena bajarê Ormiyê

Li bajarê Ormiyê yê Rojihlatê Kurdistanê, 4 kurd bûn endamên encumena bajêr.

22 Gulan 2017 - 04:08
22 Gulan 2017 - 04:08
 0
4 kurd bûn endamên encumena bajarê Ormiyê

Encamên hilbijartina encumena bajarê Ormiyê duh ji aliyê qaymeqamê Ormiyê ve hat ragihandin.

Li gorî encaman, vê carê 4 namzedên kurd bûne endamên encumena bajêr. Cara berê 3 kurd di encumena bajarê Ormiyê de hebûn.

Encumena bajarê Ormiyê ji 11 kesan pêk tê, ji wan 11 kesan 4 kes kurd in. Herweha 6 endamên yedek jî ji b o encumena bajarê Ormiyê hatine diyarkirin, ku ji wan jî 3 kes kurd in.

Navên endamên kurd yên encumena Ormiyê ev in: Ebdulrehman Neqşîn, Adil Fetahî, Mihemed Xalid Hatemî û Şahîn Ebasînejad.

Hilbijartinên encumenên bajar û gundên Îranê jî mîna hilbijartinên serokomariya wî welatî roja 19 vê mehê hatibû encamdan.

Ev nûçe bi tevahî 1743 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:54:41