DAIŞ li Dêrazorê êrîşî HSD kir

Di encama êrîşek çekdarên DAIŞê de li gundewarên Dêrazorê, 3 şervanên HSD canê xwe jidest dan.

27 Berfanbar 2019 - 02:50
27 Berfanbar 2019 - 02:50
 0
DAIŞ li Dêrazorê êrîşî HSD kir

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, şaneyên nivistî yên DAIŞê êrîşî otombêleke Hêzên Sûriya Demokrat li gundê Şhabat yê nêzîkî bajarokê Ebu Xeşeb ê Dêrazorê kirin e û di encam de, herî kêm 3 şervanên HSD canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav jî kiriye, li nêzîkî bajarokê Zîban ê Dêrazorê jî, 2 çekdaran ku li matorekî siwar hatibûn, gule avêtin e xalek HSD. Di encam de şer di navbeyna her dû aliyan de çêbû, çekdarek û jinek ku nêzîkî cihê bûyerê bûn, brîndar bûn.

Ligor hin pisporan êrîşên Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê, derfet da DAIŞ ku xwe bivejîn e û liv û tevgerên xwe jî zêde bike.