Di êrîşeke DAIŞê de li Germiyanê efserek û 2 kamendên asayişê şehîd bûn

Derengê şeva bûrî DAIŞê êrîşî ser nahiya Kulejo ya ser bi qezaya Kifrî kir û di encamê de Rêvebirê Asayişa Kulejo û 2 karmendên din şehîd bûn.

30 Mijdar 2019 - 04:29
30 Mijdar 2019 - 04:29
 0
Di êrîşeke DAIŞê de li Germiyanê efserek û 2 kamendên asayişê şehîd bûn

Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser nahiya Kulajo kirin û di encamê de Rêvebirê Asayişê Muqedem Simok û 2 karmendên din bi navê Mehmûd Cuma û Cuma Ebid şehîd bûn.

Diyar kir jî, 5 karmendên din ên asayişê û 2 zarok û jinekê birîndar bûn.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî da, destpêkê DAIŞê 6 guleyên Hawinê avêtin nahiya Kulajo û piştre asayişa nahiyê rûbirûbû wê êrîşê bû û şikand.