Di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer

Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî ragihand di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket.

19 Berfanbar 2017 - 07:53
19 Berfanbar 2017 - 07:53
 0
Di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer

Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku îro sêşemê (19.12.2017) li nêzîk Memxmûrê li quntara Çiyayê Qerecoxê çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û Pêşmerge bi tundî bersiva êrişê da.

Sîrwan Barzanî diyar kir êrişa çekdarên DAIŞê îro nîvro dest pê kir û hêj di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistinê de berdewam e.

Barzanî da xuyakirin ku termê çekdarekî DAIŞê ketiye di destê Pêşmerge de û ti ziyanên canî li Pêşmerge nebûye.