Îsraîl xwe ji bo egera êrîşeke nû ya li ser Îranê amade dike

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîl radigihînin, ji ber xitimîna danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de, rewş di qonaxeke gelekî hestiyar û metirsîdar re derbas dibe.

22 Îlon 2026 - 10:49
22 Îlon 2026 - 10:49
 0
Îsraîl xwe ji bo egera êrîşeke nû ya li ser Îranê amade dike

Li gorî raporeke Kanala 12 a televîzyona Îsraîlê, Tel Avîv nîgeran e ku eger danûstandin negihîjin encamekê, yan jî Tehran bigihîje wê baweriyê ku li dijî wê xapandin û manorek heye, dibe ku Îran serî li pêngaveke pêşwext bide.

Jêderekî ewlehiyê ya Îsraîlî diyar kir, rewş pir hestiyar e û her tim ber bi guhertinê ve diçe, lewma metirsiya ku alozî ji kontrolê derkevin heye. Got jî, xuyaye rayedarên Îranê amade nînin di danûstandinan de ti tawîzan bidin.

Pêşbîniyên saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê ew in ku di egera şer û aloziyan de, armanca pêşîn a Tehranê, dê lêdana berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê be, lê di qonaxên piştre de, dibe ku êrîş rasterast Îsraîlê jî bikin armanc.

Li gorî raporê, Îsraîlê bi hevrêziyeke xurt ligel Amerîkayê, asta herî bilind a amadebaşiyê diparêze û ji bo her senaryoyên berevanî û êrîşbirinê amade ye. Tevî ku pêştir jî asta amadebaşiyê bilind bû, lê ev ast hîn hatiye zêdekirin.

Di civînên ewlehiyê yên Îsraîlê de, çend senaryo wek hokarên sereke yên egera teqîna şer hatine diyarkirin; ji wan xirabbûna rewşa aborî ya Îranê ji ber dorpêçên Amerîkayê û herwiha operasyona vê dawiyê ya Îsraîlê li ser devera Elî Tahir a li Libnanê.

Metirsiyên sereke yên ku Tel Avîv xwe ji bo wan amade dike ev in: avêtina rasterast a mûşekan ji xaka Îranê ber bi Îsraîlê ve, an jî armancgirtina berjewendiyên Îsraîlê û civakên niştecihbûnê yên cihûyan li derveyî welat.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:49:14