Kerkûk- Eşîrên ereb daxwazekê ji Sûdanî dikin

Encumena Eşîrên Erebî ya Kerkûkê daxwaz kir ku hêzên zêdetir ên ewlehiyê li wê parêzgehê bên bicihkirin.

19 Berfanbar 2022 - 02:28
19 Berfanbar 2022 - 02:28
 0
Kerkûk- Eşîrên ereb daxwazekê ji Sûdanî dikin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê dikin ku ji bo sepandina ewlehî û aramiyê li parêzgeha Kerkûkê û tijîkirina valahiyên ewlehiyê, hêzên zêdetir ên ewlehiyê bi cih bikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, eşîrên ereb amade ne ku alîkariya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û hêzên ewlehiyê bikin ji bo şerê li dijî terorê li parêzgeha Kerkûkê.