Li Parlementoya Iraqê de rojev Serokkomarê Kurd Fûad Masûm!

Parlementoya Iraqê di runiştina xwe ya îro de wê Ji kar durxistina Serokkomar Fûad Masûm bidin dengdanê.

27 Îlon 2017 - 04:44
27 Îlon 2017 - 04:44
 0  1687
Li Parlementoya Iraqê de rojev Serokkomarê Kurd Fûad Masûm!

Perlemana Iraqê ragihand, di civîna îro de wê gotûbêj li ser çendîn pirojeyasan bê kirin û dibe ku dengdan li ser wan pirojeyasayan bê kirin, ji wan jî pêşinyara rastkirina yasaya hilbijartinan û komisyona hilbijartinan e.

Herweha, biryar e stendina baweriyê ji serokê Iraqê Fûad Meisûm bikeve dengdanê de, ji bo vê mebestê bêtirî 80 îmzeyên perlemanteran hatine komkirin.

Hat zanîn ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî wê beşdarî civîna perlemana Iraqê bibe.

Ev pêşketin di demekê de ne, Herêma Kurdistan roja 25 îlonê referanduma Serxwebûna Kurdistanê encam da, serkirdeyên Iraq û welatên cîran wek karvedan hin daxuyanî wek guvaşekê li ser Herêma Kurdistanê derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:15:40