Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aramiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aramiyê.

24 Sibat 2026 - 09:57
24 Sibat 2026 - 09:57
 0
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aramiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Hewlêrê Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ducare kiriye ku dê Herêma Kurdistanê wekî her tim bibe faktora aramî û seqamgîriyê.

Pêwendiyên Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê yê Îraqê Joshua Harris jî di civînê de amade bû.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rûdanên dawiyê yên Sûriyeyê û pêvajoya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Şandeya Amerîkayê pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî da.

Şandeyê hewlên dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aramiya herêmê bilind nirxandin.

Di heman demê de rola wî ya di kêmkirina aloziyan û peymana di navbera Şam û HSDyê de jî hat destnîşankirin.

"Divê pirsgirêk bi awayekî aştiyane werin çareserkirin"

Rûdanên dawiyê yên herêmê bûn mijareke din a civînê.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê aramî û ewlehiya herêmê were parastin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:45:11