Tevgera Goran serokê xwe hibijart

Tevgera Goran bi 38 dengan Omer Seyîd Elî weke serokê xwe yê nû hilbijart.

25 Tîrmeh 2017 - 09:38
25 Tîrmeh 2017 - 09:38
 0
Tevgera Goran serokê xwe hibijart

Îro di salvegera yekemîn beşdarbûna Tevgera Goran a hilbijartinan de, Civata Nîştîmaniya Goran li Silêmaniyê civiya. Di civînê de serokê giştî yê nû û endamên Xaneya Raperandinê hatine hilbijartin.

Li gorî encamên dengdanê Omer Seyîd Elî bi 38 dengan bû serokê nû yê Tevgera Goran.

Encamên din ên ji bo endamtiya Xaneya Raperandinê wiha ne:

Berpirsê Karûbarên Jûran: Mihemed Tofîq Rehîm – 34 deng

Civata Nîştîmanî: Cemal Hacî Mihemmed – 39 deng

Civata Giştî: Reûf Osman

Fraksiyonên Goran: Celal Cewher – 37 deng

Bajêrvaniyên Goran: Osman Hacî Mehmûd – 45 deng

Karûbarên Gel: Şoreş Hacî – 34 deng

Dengên spî jî 6 deng

Ev nûçe bi tevahî 1420 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:36:40