Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê axivîn

Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyeyê axivîn.

4 Tîrmeh 2025 - 10:56
4 Tîrmeh 2025 - 10:56
 0
Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê axivîn

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê li ser pêwendiya Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Tammy Bruceyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re gotiye:

“Em dê çavekî li polênkirina lîsteya terorê ya taybet bi Sûriyeyê bigerînin.”

Tammy Bruceyê her wiha anî ziman:

“Rubio tekezî li ser tundkirin û hiştina cezayên li ser Beşar Esed û hevkarên wî kiriye.”

Bruceyê destnîşan kir ku Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê her wiha li ser teror, Îran û pêwendiya di navbera Sûriye û Îsraîlê de axivîne.