Ezîz Weysî: Bratîya PKK, Ne Bratîyek Dirust e, Propaganda ye!
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zerevanî a Herêma Kurdistan general Ezîz Weysî got ku derbasbûna Leşkerên Roj li Rojavayê heta niha sebrek mezin hatîye nîşandan. Ezîz Weysî nêzikbûna PKK\'ê derheqa Şingal û Êzidîyan nirxand û peyam şand PKK\'ê da ku xelkên Kurdistan bi derewan nexapînin.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zerevanî general Ezîz Weysî ji ajansa Anadolu a Tirkîye hevpeyvinek da û behsa derbasbûna Leşkerên Roj li Rojavayê, hebûna PKK\'ê li Şingalê û pêşveçûnên dawî kir.
Weysî, got ku derbasbûna Leşkerên Roj li Kurdistana Rojavayê bi daxwaza PYD\'ê wê çêbe û PKK\'ê dev ji propagandayên derew berde.
Hevpeyvinê general Ezîz Weysî:
AA: Me dît Leşkerên Roj li hemu operasyonên li Herêma Kurdistanê da beşdarbûn li dijî DAIŞ’ê. Çi rola wan di wana şerran da hebû? Karîn hevsarîya şer gelek car biguherin?
Eziz Weysi: Leşkerên Roj, pêwist e dema mirov behsa wan bike divê wan şehîdan li bîra xwê bine. Serexweşîyek li malbata wan bike. Serexweşîyek li cenabê serokê bike. Bona wan xusareta. Ji ber ku ez dizanim bo her şehîdekî ka çend car dile cenabê wî dişot. Slav li wan dikim û bejna xwe li ber wan ditewînim.
Leşkerê Roj, birastî ji wan xortan hate çêkirin, ewana ku zor germ in, zor jî dixwazin bir karekî bişêwazekî profesyonel xizmeta welatê û milleta xwe bikin.
Tenê yek daxwaza wan hebu. Ev jî ewe ku vegerine Rojava û piştê ku ewan meşqê xwe xelas dikin û tecrübeye ku li Kurdistanê heyî derbasê wêrê bikin û bişewazekî kar bikin ku xelqê me êdî bi jîyanekî emîn bijîn. Û mafê wanê meşru ewê ku bi salan lê hatîye standin carekê din bixwe bistînin.
Leşkerê Roj bi vê armancê hatîye çêkirin. Ew jî arman ce û eva jî dibîtin. Bes li vêrê dema ku li meşqê da bûn, di amadekarîyê da bûn êrîşa DAİŞ’ê hate ser Kurdistanê da. Ne bes leşkere Roj, li Bakur, li Rojhilat, li hemû cîhan, li Ewropa xelqê me yê ku me ji wan geleke şehît dan.
Ev cîhê ku hêza Leşkerê Roj berî derbasê sînorê bibîtin, gundê Sehliç, di wê roja ku me standin, 2 fermandeyên me yê Şoreşa Gulanê, ku her du wan jî cînsîya Elmanî hebûn, hevalên me yên qehreman Sabrî Bamernî û hevalê hêja Kadîr Xêrî li wê dere hatine şehit kirin. Ewana li Elmanyayê li xweşîyê da bûn, jiyana wan rehet bû, lê bes xîreta wan negirt.
Pêşmergeyên Roj û xelqê din jî, hemû ya pêk ve dest dane çekê ji ber ku kuvveta du dewleta bi teknîk û teknolojî û profesyonalîya bi sedan zêdetir nasnameyên cuda cuda hatin bo ser Kurdistanê da. Hedef jî ew bû ku êdî li Başur Kurdistanê rakin, nehêlin, imkanekî nehelin û di vê rê da jî hemû qezîya Kurdî bo sedsalê din dirêj bikin weku em careke din bindestê xelqê da bimînin. Nûke ber lêva serkeftinê ne, ber lêva Dewleta Kurdî ne.
Leşkerê Roj di vê şertên zor da hat ser mile Pêşmergeyê kar dikin. Û bi emre Serokatîyê Herêmê, bi fermanê ku fermandeyê giştî yê leşkere Kurdistanê ye, ev hêzana hemû hatine rêkxistin û hatin çune bin fermanê wan mîhwera, ewê ku şerê tê da dikin.
Leşkerê Roj, ji ber ku Zêrevanî, bi kare wanê meşqê, îdarekirinê rabibû, ji bona wî hatin bûne parçeyek ji kuvvetê me, li gel me da şerê DAIŞ kirin. Mil bi milên Pêşmerge Zerevanî da û weke hêzeke Zerevanî li gel şertên ku şerê da kar dikin ku şerê xwe biketin.
Roleke mezin hebû. Weke hemû hêzên din ê Zerevanî Pêşmergeyê Kurdistanê. Bes hemû şahîd in, şerê Zêrevanîyê ku encam dane. Yek heye ku geleke faal bi karê xwe bi serkeftîya ne bi rîya û rolekî ber cephe bûye. Cihê rêz û teqdîrê ne.
Leşkerên Roj bo Rojavayê hatîye çêkirin. Û vê gavê ENKS’yê qebul kirîye ku hêzeka leşkerîya wan e. Beyanî balê wan ê çekdarî ye. Ewana dibên heta jîyaneke niştimanî li wir çêbitin û yê demoqratîk hebitin ew hêza wan biparêzin. Care pêşî biparêzitin barakeyê wan biparêzitin.
Hemû rojê PKK’yê xelqêkî dide tehrîqetin. Çi kesê wê bikujin, kî bixwazin wê bigrin, malê wana talan bikin. Cara pêşî biçin berî ya wan, yanê tu bivê nevê, yanê tiştekî hebî tu biparêzî. Ew hêza ku heyî li destê, yanê çakuçê laweke sîyasî ye bo perçiqandina hêzên din ê sîyasî. Ji bo navbirina wan a mixabin.
Yê dîtirê, eger ew hesab bikin, wusan propaganda dikin dibêjin “Me li wir xwîn rêkirî, li wê derê a me ye!” Yanê ew tiştek rast nîne. Rastî ji bona wî noqte nîne. Ji ber ku Leşkerê Roj heke rêka wan ewê jî wekê biçitin wêde. Lê ewan qebûl nekirîye û gotîye “Eger bên pêwiste me bikujin, paşê biçin!” Carê sebrek hatîye kêşand heta bi xwe aqil bibin û rêkek vekin. Eger ne, evana wê biçin û bi keyfa wan jî nabitin. Û wî wextê jî icar mecbur in, yan ewê ku rêkê wan bigrin bimrê ku ser cenazeyê wan ra biçin, yan jî bibêjin ewa kerem bikin em dê pêkvabînin em xazir in pêk va Kurdistanê çêkin. Ev noqteyek e.
Noqteyek din jî peyamin ji bo PKK’yê gelek girîng heye, bila ev ciddî werbigrin. Fikir bikin ewa bo çi rejîma Seddam têkbirin. Bo çi ew şer li hember rejîma Surîyê pêk tê. Ji ber ku babet babeta dîktatorîyet e! Kîyanek dinê me dît yê dîktatorîyê û biûslubên Stalînîstîyê bête çêkirin ku qet bi nameyekî ê ewdem yê wextê vê demê wê çawa bête qebûl kirin. Yanê ew dihêli ku ne bes Kurd û xelqê din dijwar rawestin. Wê bikevine nefreta hêzê navnetewî û hêzê dimoqratîkê dinyayê jî.
PKK’yê gelek caran ev gotin digot: “Qey serê xwe dixin, wekê name ne, çavê xwe digrin ji bona xelq wan nabînitin.” Niha PKK’ê bixwe xwe xistîye wareke wusa. Hiç di zirreyek da jî mirov dimoqrasîyek nava PKK’yê da nabînê û nabe jî. Ji ber ku sîstemak wusa ye. Çawa tu menayê dimoqratîyek bikî? Careke din jî got. Dîmoqrasîyê PKK’ê behs diketin wekê haşa jinekî fehîşe bexsê exlaqê û bexsê şerefê biketin.
AA: Baş e! Wek Herêma Kurdistanê û Zerevanî heta niha çi kar kirine ji ber vegera Leşkerên Roj?
Eziz Weysi: Tewan zor muhalefe pêşi gel PKK’ê hat kirin, bi Qendîlê. Ji ber ku ewana bê Qendîlê tiştekî nînin. Dixwazin nîşan bidin ku ew karên dikin ne dirust e, pêwist e pêk ve bên, brayê êk bin, em pêk ve vê karê bikin. Û ne bes bo Rojavayê û li parçeyê din jî ev te daxila wî kar û jîyana wî û bixwaze xelqê berde te ê kû fitne çêketin û seketin ka li kî derê zeîf e, destê xwe bixê tê an jî wextê bakur tiştekî dest nekevêtin û bişkêtin û bixwazin şerekî din li careke din derketin. Bibêjin xelqê “Welleh sebep filan in” û bi wî rengî şikestina xwe weşêrin, ev a şermezarî dikin.
Em hewl didin gel wan, qeneetê pê bikin. Û peyamê wan jî dîyar in. Ew rojkê Leşkerên Roj bila hêzên NATO’yê we, hêzên hevpeymana we, bi rengeke zor profeşiyonalê têne meşih kirin. Ev serên gelek girîng û fermandeyên baş niha tên çêkirin. Geleke baş têne çekdar kirin, tê de amadekirin. Û ew hêza hinde qeder zana û şerker e, yanê tu neşî Rojavayê û li gel kuwwetek din bikî. Yanê eger ewana rêkek em bidin biçin, dilê wan pir zor e. Yanê êdî nabêjin berdaxê din pir bû dê rêjîtin, namînitin. Bo wê jî divêtin rê li vî meseleyê bigrê, qedrê babeta bê te zanîn. Eger na, PKK’ê bixwe tehmûla vê ketin. Yanê eger brayek, bibêjin bratî bêtin û heger tû nehêlî brayê din bê te mala xwe, tu mala wî jê bistînî, aileyê wî derbixî derva, nehêlî biçê firinê nanê xwe bînitin. Wê wextê ew bira çibiketin?
AA: Xelqê Rojavayê Kurdistanê û Pêşmergeyên hemû hêvîya wegerê vî leşkerê ne. Tu çi sozê didî xelqê Rojavayê Kurdistanê? Taybet niha di rewşek xerab da ne.
Eziz Weysi: Gotinek heye dibêjin, “Baştirin soz ewe ku tu çi soz nedî!” Hemû lîder hinde ku dixwazin tu xwîn neyne rêtin û bratî çêbibît. Û Em û kuwwetên Rojavayê li gel PYD’ê pêk ve, eger rast dibêjin, sîlahên xwe bikine yek û berê xwe bikevite dijminê da, pêk va Kurdistanê biparêzin. Û kiyanek sîyasî yê hevpar li Rojavayê bête çêkirin û qebul bikin weke ku Cenabê Serokê ewil gotîye û li wê derê da hemû hêz bin wî kîyanê ve bin, ewê ku meşru û qebûl in. Ne qirare laweke bi tenê bin û lawê din çi tê da nabîtin.
Bila berê xwe bidine Cenabê Serokê û partî bitaybet. Niha, ENKS jî li gel da, û Partîya Dimoqrata Rojava ya Surîyê jî li gel da û li gel PYD’ê ku hemu cephe ku PYD jê heye. Li daxilê Rojava ku PYD bi wî sultê, bi wî zextê ewa bi ser xelqê tînêtin. Û li dervayê evê ku li derva ne. Li Ewropayê jî heta vê gavê ew lawên girîyabu ku Cenabê Serokê Rêbaza Barzanîyê bo çi kuwwetê dînînin? Yanê beramber jî nîne? Bes ji serandera jî hêj rojekî partî negotîye “Ez wî şolê li wê derê bikim.” Her wext gotîye: “Ewa karê we ye, ez tehaqqûmê serê we nakim.”
Lê PKK’ê diçit, wextekî dikutit, dikujît, derdixête derva, nav zîndan diket, rûsva diket, nanê lê birît, erdê wî lê distînit, xanîyê wî lê haciz diket, seyyarê wî şol diket, hemû rêka li dibrîtin. Lê PKK’ê bi azadî niha li Hewlerê tê muzahare dike, diçe ber Neteweyên Yekbûyî, tête Konsolîya Tirkîyê, rojane li Mexmûrê kuvvetan çêdike. Heta vî gavê jî Partî rojek jî negotîye êkî ji me “Here tu jî darekê li yekî bixe, tola wan weke.”
Tu se bike yanê mesele ehlaq bi çi rengî ye û bratî çi ye? Bratî bi gotinan çênabe, bratî bi pratîkê çêdibe. Bratîyê e ku PKK’ê dibêjitin ne bratî ye, propoganda ye. Alîyek diçin xelqê dikujin, alîyê din behsa Kongreya Netewî dikin. Tu çi Kongreya Netewî dikî? Heta tu dixwazî cîhê xelqê bigirî, çend gundê me bê avadan nîne. Çend gundan xelq neçit ser gundên xwe dibêjin “Heval, ev mintiqekî eskerî ye!” Ew hezar sal e, du hezar sal e ew xelq mal bi mal maye li wî gundê da, jîyan kirîye, ew kirîye, ew gotîye saya PKKê neçit. Çuyîna weke ewê gezêt kuştin jî. Yanê bu.
Eva ku li Şingalê dikin. “Şingal İraqî ye! Em qebûl nakin!” Ma tu wekîlê Beğda yî, wekîlê İraqê yî? Tu çi dixwazî ji me? Baş e em neşin vî peyamê xelqê eger em bixwazin. Bibêjin, yanê eger mesele wekê PKK’ê propagandayê direwan diketin û xelqê ser qenaatê diketin. Yanê xelq sade ye, nizanin. Xortên Êzîdîyan ewên xwîna wan dixwin.
Eger em jî diçin, dibêjin “PKK li Enqereyê çêbû, Daîş jî li Îmralî hate avakirin! Li ger Ergenekon û li ger hwd” Em jî zanin wan tiştan bibêjîn. Bes em exlaqê me nînê. Em naxwazin wan tiştan bidin dîyar kirin. PKK’ê bila ji vî propagandayê direw û bêbextî û bixdanî rawestit. Texrîqa xortên Kurd neketît dijî wan. Fikrê wusan bo çêneketin ku ew mintiqa heke İraq bêtin, bête Şamaşerîfa a berê ne a wê gavê. Û tu biçe ser Kurdistanê û gelek nexweş bîtin.
Dê ka em dest jê berdin ka PKK’ê bê xelqê çi biketin? Tenê jîyana wan xerab dike, tenê pê dileyzî, tenê dixwazêtin tiştekî jê bikêşîtin. PKK’ê ne ew e ku tiştek jê derkevê. PKK li ser hesaba wan, para ji İraqê verdigeritin. Tu hesap bike ka çendê verdigeritin, çendê dide we.
Em hemû dizanin. Bes mixabin, divê ew ji vî xettî derkevin. Divê dest ji karûbarê her parçeyê din ê Kurdistanê veketin. Bixwe li wê derê çawa biketin ev sîyaseta wa ye. Cara rextê emê rexnê li hevudu bikin, cara pêşnîyara bo hevudu bikin, cara alîkarî bo hevudu bikin. Bes em naçin yek bibe sultan ser ê din. Yekê zeif bû, firsatek çêbû li Şingalê me neçuya şerê DAİŞ’ê bikin Pêşmerge hate pêş, darbe xwarin, xelqê me kete navda, ew bê bixwe wê îstîqlal ketin. Ma eynî tişt li serê Barzanîyan jî nehatî ye? Enfal çênebû ye? Şer e, tu hemu caran nu nekarî serkevî! Şikestin jî hey e!
Ya dîtirê ez dixwazim vê peyamê bibêjim bo hemû kesên ku diwxazin ewudu bikin: Cara yekê ez ne Şingalê bûme ku heta ji Şingalê birevim. Ez li wê derê nebûme ku birevim. Yanê mirov divê li cîhek be, cîhê şer lê ku bikarê ji wir birevêtin. Vêca kî mesul e, kî çawa ye, ev a meseleyek din e! Bes ez li Şingalê nebûme ku birevim. Tu cara jî ez ji şer nerevî me. Bes herdu şerên ku li Şingalê çêbun, ê ku girtina Şîngalê jî, ê ku berê ku Çîyayê Şingalê jî min serpereriştîya wana kirîye mesulîyeta yekem û mesulîyeta kuwwetê yekê ji bo me û weku Pêşmergekî di xettê yekem da heta ew cî standine û ne ez şahîdim, xelqê din û ew vîdyoyê ku hene jî dîyar in. Û PKK’ê bixwe jî dizanitin ku ez yekê wisan nînim ku ji Şîngalê birevim. Yanê ew baş vê dizanin.
Bes dev ji wan propagandayên nerast berdin. Em sedsala yekudu bikujin em dîsa jî bêne ser xetteke bratî bikin. Çi rêka din nîne. Çend cara PKK’ê û Partî, PKK’ê û Êkitî li wan mintiqayan şer hate kirin. Yanê ew tişta hemû dibin. Bes tendurustî ew e ku em bêne yek. Eva rêz e. Bes e girtin ne li ser hesabê ê din, ê girtin pêwist e li ser hisusê tiştên dirust bê avakirin. Li ser rastîya bên avakirin. Ne li ser hiquqê ser xelqê din bê te avakirin. Te destkevtî çêkirî lazim e bême bume xwedanê wî destkeftê.
Ya dîtirê nizanim yanê PKK’ê çi divêtin. Divê ne li exlaqê me de dewlet heye, ne di mefunê me da heye. Ne nizanim bavê me gotîye dewlet me divê, ne bapîrê me gotîye. Ev çi mena diçîtin? Ev çi hal e? Em ne Kurd in, Em Êzidî ne! Ewcax we bi zmanek din bigota Ez ne Kurd im! We bi zmanek din bigota Ez ne Kurd im, me dê bigota “Bavo ev ne Kurd e!” We nîne? Bixwe bi zmanê Kurdîyê resen, yê baştirîn ziman paqij dibêjin “Êzidî ne Kurd in!” Ew zmanê ku dayika wî lê fêr kirî. Xwe Kurda bi zorê ew zman nedaye wî. Lê Cenabê Serokê dibêjitin “Yan Kurd nînin, yan jî eger eslê Kurdan hene Êzidî ne!”
Meseleyek din eqîde ye, bawerî ye! Lê ev alîye bo PKK bikefte wêrê heta tiştekî bixwe kesipketin. Ew nizanê di warê netewî da rojekê çawa biketin ber nefreta dîrokê. Yanê ewana nahêline weşartin ji rûpelan.