Fallon: Me 7 hezar pêşmerge perwerde kirine

Wezîrê Bergiriyê yê Birîtanyayê Michael Fallon ragehand ku, welatê wî 7 hezar Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde kirine, da zanîn ku, welatê wî dê li ser piştgiriya wan berdewambe.

12 Sibat 2017 - 05:00
12 Sibat 2017 - 05:00
 0
Fallon: Me 7 hezar pêşmerge perwerde kirine

Di kongireyeke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê Wezîrê Bergiriyê yê Birîtanyayê Michael Fallon ragehand ku, welatê wî dê li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmergeyan berdewam be, tekez kir ku, pêşmerge hêza herî mêrxase di şerê li dijî DAIŞê de.

Fallon da zanîn ku, welatê wî 7 hezar pêşmergeyên Kurdistanê perwerde kirine, herwiha alîkarî jî pêşkêşî wan kirine.

Wezîrê Bergiriyê yê Birîtanyayê kêfxweşiya xwe derbarê rizgarkirina rojhelatê Mûsilê de anî ziman û aşkere kir ku, welatê wî 30 milyon dolar bo avakirina navçeyên rizgarkirî li Mûsilê terxan kirine.

Duh êvarî Wezîrê Bergiriyê yê Birîtanyayê Michael Fallon giheştibû firokxaneya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe û Pêşmerge bi wekalet Kerîm Sincarî û hejmareke berpirên Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1145 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:03:09