Kerkûk dê 7 rojan bê av bimîne

Hat ragehandin hemû taxên bajarê Kerkûkê dê 7 rojan bê av bimînin û berpirsê beşa ragehandina fermangeha av a Kerkûkê jî sedemê wê aşkera kir.

16 Çile 2023 - 08:06
16 Çile 2023 - 08:06
 0
Kerkûk dê 7 rojan bê av bimîne

Îro 16.01.2023yê berpirsê beşa ragehandina fermangeha av a Kerkûkê Hîşam Îbrahîm ragehand: ‘’Ji roja 30.01.2023yê û şûnde dê heftiyekî avên hemû taxên bajarê Kerkûkê bên birîn.’’

Herwaha got: ‘’Çavkaniyên ava Kerkûkê hemû kanalên bajar dê bên paqij kirin û ew kar jî pêwîstiya wê bi 7 rojan heye ku hemû kanal bên paqij kirin. Ji ber wê jî em hemwelatiyan agahdar dikin ku dê 7 rojan bê av bimînin û di vê heyamê de divê ji bo xwe avê wergirin, ku bê av nemînin.’’

Ev nûçe bi tevahî 604 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:42