Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Plasschaert kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

31 Cotmeh 2022 - 12:11
31 Cotmeh 2022 - 12:11
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Plasschaert kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kirin.

Îro Duşemê 31ê Cotmeha 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê kir.

Di civînê de li ser proseya siyasî û rewşa giştî ya Iraqê piştî destbikarkirina hikûmeta nû gotûbêj hat kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hemû alî piştevan bin ji bo serxistina karnameya hikûmeta nû, da ku bikarin bêyî ciyawazî xizmeta hemû welatiyan û pêkhateyên Iraqê bike û kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal li gor destûrê çareser bike.

Herwiha çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî proseya avakirina jêrxaneke dîjîtal li Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjê bûye.

Ev nûçe bi tevahî 631 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:05:55