Kurteya hevdîtina li Îmraliyê hat xwendin: ‘Ji bo Sûriyeyê sîstema unîter qebûl kiriye’
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi rojeva hevdîtina 3 endamên komîsyonê ya li gel Abdullah Ocalan civiya.
Di civînê de "kurteya" naveroka hevdîtina şandeyê hat xwendin û Ocalan gotiye ku ew li ser sozên xwe yên derbarê pêvajoyê ye û wî rêbaza çekdarî terikandiye.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin, ji bo nirxandina hevdîtina 3 endamên AK Partî, DEM Partî û MHPyê ya 24ê meha borî ya li Girava Îmraliyê ya li gel Abdullah Ocalan û wergirtina pêşniyarên partiyan civiya.
“Girtenameya Îmraliyê nayê eşkerekirin”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş destpêkê ragihand ku girtenameya hevdîtinê nayê eşkerekirin, li şûna wê "kurteyeke ku hemû sernivîsan li xwe digire" hatiye amadekirin û dê ew ji endamên din ên komîsyonê re were xwendin.
“Opozîsyonê nerazîbûn nîşan da”
Biryara nexwendina orîjînala girtenameyê bû sedema karvedanên opozîsyonê.
Endamê Komîsyonê yê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya nerazîbûn nîşan da û xwest hemû axaftin were dîtin.
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr jî got:
"Divê civîn bi zelalî were birêvebirin. Em dizanin ku dewlet bi Ocalan re axiviye.
Lewma divê girtenameya xav bê pêşkêşkirin.
Kurtekirina axaftinan gumanan zêde dike.
Eger em naxwazin pêvajo enfekte bibe, divê em zelal bin."
Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî hişyarî da û anî ziman:
"Em li ber gaveke bawerîşikandinê ne. Civînek hatiye kirin.
Em dizanin encamên wê serkeftî bûye û tomara wê heye.
Çima em nikarin bibînin? Ne tiştekî veşartî ye.
Kê ev kurte nivîsand, bi kîjan hişmendiyê nivîsand?
Tiştê ku divê em bizanin ji me û raya giştî tê veşartin."
"Ocalan spasiya Bahçelî û Erdogan kir"
Li gorî kurteya ku di komîsyonê de hatiye xwendin, Ocalan gotiye Serokê MHPyê Devlet Bahçelî "wêrekiyeke ku di dîroka komarê de kêm tê dîtin" nîşan daye û ji ber vê yekê û gotinên wî yên li ser pêwendiya Kurd û Tirkan spasiya wî kiriye.
Her wiha ji ber wêrekiya wî ya di pêvajoyê de spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî kiriye.
“Ez li ser soza xwe me”
Ocalan destnîşan kiriye ku ew li ser soza xwe ya destpêka pêvajoyê ye û gotiye:
"Eger şert û merc guncav bin, derfeta min a teorîk û pratîk heye ku ez vê yekê pêk bînim."
Ocalan her wiha bal kişandiye ser Ziya Gokalp û girîngiya biratiya Kurd û Tirkan.
“Min rêbaza siyasî pejirandiye”
Di kurteyê de hat gotin, Ocalan diyar kiriye ku wî rêbaza çekdarî terikandiye, rêbaza siyasî pejirandiye û di çarçoveya banga 27ê Sibatê de civakê pêşwaziyeke baş li "belavkirina hemû pêkhateyên PKKyê û danîna çekan" kiriye.
“Her windahiyeke leşkeran ji bo min trajedî ye”
Dema Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz bi bîr xistiye ku ew di doza Ocalan de parêzerê malbatên şehîdan bûye, Ocalan gotiye:
"Ez li ser wan sozên xwe me ku bi destşidandina Devlet Beg re dest pê kirine."
Ocalan li ser mirina leşkeran gotiye, "Her windahiyeke leşkeran ji bo min trajediyek e, ez qet kêfxweş nabim, divê ciwan wisa nemirin."
Her wiha xemgîniya xwe ya ji bo êrişa TUSAŞê jî aniye ziman.
Li gorî kurteya hevdîtinê ji Abdullah Ocalan re hatiye xwestin ku divê ew derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bangeke nû bike û hatiye gotin ku “herî dawî dema herêma Zapê dihat valakirin, hebûna çekan a di destê endamên rêxistinê de di raya giştî de bû sedema nerazîbûneke mezin û xuyaye PKK bi temamî li gorî banga hatiye kirin tevnegeriyaye. Her wiha ji Ocalan re hatiye gotin, gelekî girîng e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî Peymana 10ê Adarê tevbigere û divê ew derbarê Sûriyeyê bangeke nû bike."
"Divê PKK ji aliyê zihnî ve jî çekan deyne"
Dema ji Ocalan re hatiye gotin ku “ev dewlet dewleta me hemûyan e, dema tê gotin 'çekan deynin' ev hemû pêkhateyên PKKyê digire nava xwe, çavdêrî hene ku PKK hêzên xwe yên ji Îraqê dikişîne dişîne Sûriyeyê û ev rewş bi daxuyaniyên berê re nakokiyan çêdike, Ocalan diyar kiriye ku 'Divê PKK ne tenê çekên di destê xwe de, divê ji aliyê zihnî ve jî çekan deyne.'"
Fetî Yildiz diyar kiriye ku di wê heyama nûçeyên şehîdan dihatin de jî kesî cama cîranê xwe yê Kurd neşikandiye û tevî ev qas êş jî dijmintiya Kurd û Tirkan qet çênebûye.
"Ji bo Sûriyeyê sîstema navendî"
Li ser pirsên Parlamenterê AK Partiyê Huseyîn Yayman ên derbarê Sûriyeyê Ocalan gotiye divê li hemberî gavên Îsraîlê yên li herêmê û bi taybetî li Sûriyeyê baldar bin û ji bo Sûriyeyê jî sîstema birêvebiriyê ya unîter qebûl kiriye.
"Kurd bê Tirk û Tirk bê Kurd nikarin bijîn"
Di kurteyê de hatiye gotin ku "Ocalan gotiye ku di vê cografyayê de Kurd bê Tirk û Tirk bê Kurd nikarin bijîn. Diyar kiriye ku wî ramana sosyalîzma reel ji sala 1995an ve terikandiye, veguherîna zihnî pêvajoyeke bi êş e lê her carê yekî ev hewldana wî sabote kiriye. Gotiye ku di encamnegirtina hevdîtinên wî yên neyekser ên ji sala 1993yan ve li gel Ozal, Demîrel û Erbakan de ev yek bibandor bûye."
"Gelo tu Mezlûm Ebdî nas dikî?"
Dema ku hatiye pirsîn 'Gelo tu Ferhat Abdî Şahîn nas dikî?', Ocalan gotiye ku ew kesekî nêzîkî wî ye. Li ser pirsa Gulîstan Kiliç Koçyîgît a 'Ez we pir bi baş dibînim, gelo tiştekî ku hûn li ser mafên jinan bibêjin heye?', Ocalan silavên xwe şandine.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:58