Li Çomanê zêdetirî 500 parçe mîn û teqemenî hat jinavbirin

Ji aliyê tîmên jinavbirina mîn (EOD) ya ser bi rêveberiya giştî ya karûbarên mîn a Hewlêrê ve bi sedan mîn û teqemeniyên şer bi awayekî serkeftî hatin teqandin.

29 Mijdar 2022 - 06:11
29 Mijdar 2022 - 06:11
 0
Li Çomanê zêdetirî 500 parçe mîn û teqemenî hat jinavbirin

Rêveberê giştî yê karûbarên mîn a Hewlêrê Elî Ebdulrehman ragehand: ‘’Duh 28.11.2022yê bi amadebûna hejmarek ji karmend û berpirsên ewlehiya nahyeya Simîlan a li sînorê qeza Çoman, ji aliyê tîmên jinavbirina mîn (EOD) ve li Çala Çombalok a li sînorê nahyeya Simîlan a ser bi qeza Çomanê, zêdetir ji 500 parçe mîn û teqemeniyên şer bi awayekî serkeftî hatin teqandin û jinavbirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew mîn û teqemenî di encama pêwendiya telefonî ya hemwelatiyan û karê rojane yê tîmên me ve hatibûn kom kirin û piştî veguhestina wan bo çaleke li sînorê nahyeya Simîlanê ve bi teqandinê ve hatin jinavbirin.’

Ev nûçe bi tevahî 547 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:50:35