Li Şingalê navendeke YBŞê hat bombebarankirin

Artêşa Tirkiyê êvara duh Sêşembê navendeke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li qezaya Şingalê bombebaran kiriye.

2 Mijdar 2022 - 05:03
2 Mijdar 2022 - 05:03
 0
Li Şingalê navendeke YBŞê hat bombebarankirin

Hat ragihandin droneke artêşa Tirkiyê êvara duh Sêşembê navendeke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li qezaya Şingalê bombebaran kiriye.

Êrîş êvara duh di saet 18:00an de pêk hatiye.

Parlamenterê Neynewayê di parlamentoya Iraqê de Şêrwan Dûberdanî roja Sêşembê 1ê Mijdara 2022an ragihand, “Demjimêr 18:20 êvara Sêşembê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê li gundê Qendîl ê ser bi qezaya Şingalê navendeke hêzên YBŞê bombebaran kiriye.”

Şêrwan Dûberdanî amaje bi wê yekê jî kir, ku di êrîşê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Medyaya nêzîkî PKKê ragihandiye, êrîş li gundê Quba Hesin Meman a li nêzîk navenda qezaya Şingalê çê bûye û zirar tenê madî bûne û ti zirarên caî çênebûne.

Têkildarî êrîşa duh êvarê YBŞê ti daxuyaniyek nedaye.

Ev nûçe bi tevahî 628 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:18:34